AFERÎN BO TE Îşweyek da me seher wê periya horî sirişt şefeqê berq û cemalê dil û can suht û perişt (berişt) Me nizanî ku melek yane beşer yane çi bû (ya perî bû) Yedê beyda wekî Mûsayê li qetlê vedimişt Ke’betullaha cemalê me dikir çîne tewaf Xeyberî hatine min xal û xet çember û qişt Ilmê esma me jiber kir di debistanê sifat Talibê Zatê me, lew min şemirand baxê Bihişt Ademê kamil ezim, bûyî me mescûdê melek Muddeî ger nebitin secde bi min ha serê xişt Xaniya dê hebitin bê huneran laf û guzaf Aferîn ber te! Ku ev şîwe ji bo kes te nehişt |
AXÎRET FIROŞÎN Da zenn ne birîn ku em xemûşîn Em beste dehan û dil xurûşîn Genca me di dil, guher tijîne Her çendî îyan xezef firoşîn şahîn û bi xef, bi libsî dîba Zahir ji xwe em pelasî poşîn Mucmer sifete me cism û can, ûd Dil ateşe,daîma bi coşîn Meyxane bihiste, Hûre Saqî Kewser Mey e,lew Me bade noşîn Bê hûdene lafê lew ku Xanî Dunya kirr û axîret firoşî |
BAXÊ SORGULAN Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan Ebrû keman û çavreşan, cerg û dilê min kir hedef Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qişt û lef Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff ) Diger hebûn de´wa û şerr, derbû li min tîpa teter Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef ( Xanî bese! Ah û esef ) |
DILA Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket şahî û te’lî Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim Di batin şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî şalî Bi zahir şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba Gellek sîm û gellek şîba, me havêtin, cîger nalî Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê Ne îlm ê qal e, ê hal e, me hasil kir bi ebdalî Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê şa kir Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in Bi tuxra û bi nîşan in, di dest uşşaqê delalî |
DILÊ ŞEYDA Disan dilê şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira şehbazî kir Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda wî enqa şîret e Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê Fikrîme şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir şeklê mecazî çendek e, şeyda heqîqî werdek e Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir |
ENQAYÊ BEQA Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem Başimda bela berg û meşeqqet semerimdir Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir. Ben aşiqê dîdarê ne hacet xemê diwar Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir Perwane ê perr soxîte ê şem’ê qedîmim Nîranê cehennem şererê bal û perrimdir Alam û cefasîle xweşim ben rehê îşkin Xanî! Bana bu yolde, qedem çeşmê serimdir |
ERŞÊ MUELLA Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella Insan, Te ji bo alemê Kubra kire nusxe Lew mudxeyekî jê Tu dikî Erşê muella Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir Her so bi sifatan diketin keşfê tecella Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq Kafîr, ji senem bûne bi navê Te tesella Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî Ez xeyrê berî şud, be Ti awerdî tewella |
EY DIL Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf Meşqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf Aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî Aşiqê îşqîbazekî, bendî diket belayê zulf Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan Xencer û şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran Serxoş û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan Serxoş û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf Şêx û mirîd û salikan, şah û feqîr û malikan Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û şaîran „Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf ) |
EY DILA SAQîYê MEHWEş Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn Ji meqamî kî behîştî ji sedayê Tenibûr Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr Perdeyê zulmetê eşxalê cihanê bi dirrîn Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haşa! Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr. Mey û me’şûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan Semerî xweştir ewin, bûn bi heramî meşihûr Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr Şêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad Li miradê dilê murde dibîtin keşfê qubûr Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a Ne bi çeşmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr Îşqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz Şem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr Şebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin Bike qelbê me tu saqî ji şeraba xwe tehûr Da bikem keşfê meqamatê ulûwwê derecat Ya bikem keşfê keramatê ji dara mensûr |